Serok Barzanî, Serokê HUDA PARê qebûl kir

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Hewlêra paytext Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu û şandeya pê re qebûl kirin.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û şandeya HUDA PARê ya bi serokatiya Zekeriya Yapicioglu daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.

Bipêşxistina peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û HUDA PARê mijareke din a hevdîtinê bû.

Di hevdîtinê de Zekeriya Yapicioglu behsa rola Serok Barzanî ya di pêşxistina doza gelê Kurd de kir û kêfxweşiya xwe ya li ser hevahengî û peywendiyên bihêz ên HUDA PAR û PDKyê anî ziman.

Serok Barzanî bal kişand ser dîroka têkoşîna gelê Kurd û ji şandeyê re da xuyakirin ku rêya herî baş a ji bo çareserkirina Pirsa Kurd têgihîştin, hevqebûlkirin, diyalog û çareseriya aştiyane ye.

Şandeya ku Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli jî di nav de ye doh ji bo hevdîtin û peywendiyan hat Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst