Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Erziromê, li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê qedexe kir.
Parêzgariya Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê li ser malpera fermî ya parêzgariyê ragihand ku li nav sînorên parêzgehê li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê qedexe ye û kesên vexwin dê werin cezakirin.
Li gorî biryara parêzgariyê li van cihên jêr vexwarina alkolê qedexe ye:
- Li park, baxçe û seyrangehan
- 200 metre nêzîkî dibistan, saziyên perwerdeyê û wargehên xwendekaran
- 200 metre nêzîkî îbadetxaneyan
- Li termînalan
- Li cih û şûnwarên dîrokî û çandî
- Li avahiyên bi cîh hatine hiştin, avahî û avahiyên wêranbûyî
- Li goristan û bin piran
Kesên biryara qedexeyê cîbicî nekin dê li gor Xala 32emîn a Yasaya Qisûran (Qebehet) a hejmar 5326 bên cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse