Li Sêwazê otobûs wergeriya: 24 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maciran a parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 24 kes birîndar bûn.

Qeza derengiya şeva borî çêbû.

Otobûsa rêwiyan a ku C.K. (65) diajot û ber bi Erzinganê ve diçû, li ser rêya Sêwaz-Erzinganê qulibî û 24 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Maciranê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, rewşa birîndaran baş e.

Parêzgariya Sêwazê jî derbarê qezayê ragihand ku dema ajokar xwestiye bide pêşiya otomobîleke din, otobûs ji kontrola wî derketiye û wergeriyaye.