Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên cendirmeyan şkence li Muhammed Erolê 32 salî kir.
Rojnamegerê Kurd Sinan Aygul vîdeoya Muhamed Erol li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir.
Aygul ragihand kuhêzên Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê doh demjimêr derdora 17:00an Muhammed Erol li mala wî ya li gundê Norşînê desteser kiriye û biriye Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê û niha piştî şkenceyê rewşa wî wiha ye.
'Heta sibehê qeşa danîn ser birînên min'
Muhammed Erol di vîdeoyê de şkenceya ku lê kirine wiha anî ziman:
“Piştî şkenceyê heta sibehê qeşa danîn ser birînên min da ku wenda bibin.”
Erolê ku bi zehmetî dikare bimeşe, bi malbat û parêzerê xwe re li Dadgeha Mûşê gilî kir.
Li gor zanyariyan piştî ku dozger ji bûyerê agahdar bûye bangî Rêveberê Ewlehiyê ya Mûşê û Fermandarê Fermadariya Cendirmeyan a Mûşê kiriye.
Bu vatandaşın ismi Muhammed Erol, 32 yaşında.
— Sinan Aygül (@sinanaygul) September 4, 2023
Dün akşama doğru saat 17:00 sıralarında Muş merkeze bağlı Sungu köyündeki evine yapılan baskınla gözaltına alınıyor, il jandarma komutanlığına götürülüyor.
Bu sabahki durumu böyle.
Şuan avukatı ve yakınlarıyla birlikte Muş… pic.twitter.com/sihDb97XNg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse