Dadgeha Amedê cezaya girtîgehê neda polîsê ku bûbû sedema mirina endezyarê Kurd

04-09-2023
RÛDAW
Nîşan Cîhan Can Hakan Avci Amed Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê, cezaya girtîgehê neda polîsê ku sala 2019an bû sedema mirina endezyarê Kurd Cîhan Can.

Dadgeha Amedê tenê 21 hezar û 200 lîre ceza lê birî.

Polîsê bi navê Hakan Avci sala 2019an bi otobusa zirxî ya polîsan li endezyarê Kurd Cîhan Can xistibû û bûbû sedema mirina wî.

Li gorî rapora Saziya Bijîşkiya Dadî, Hakan Avci ji sedî 100 biqisûr hat dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, doza bûyera trafîkê ya ku Cîhan Can tê de canê xwe ji dest da li 11emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.

Malbat û parêzerê malbata Can li gorî rapora Saziya Bijîşkiya Dadî daxwaza cezakirina Hakan Avci kirin.

Dadgehê piştî axavtina her du aliyan bi hinceta “di mirina Cîhan Can de qisûra wî ya bêqest” heye 3 sal ceza li Hakan Avci birî.

Dadgehê piştre cezaya wî 1/6 (1 li ser 6) daxist û ew jî bi dayîna 21 hezar û 200 lîre ku tenê dike 800 dolar efû kir.

Di 15 salan de otomobîlên hêzên ewlehiyê bûne sedema mirina 44 kesan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) meha Hezîrana 2023yan rapora kesên ji ber otomobîlên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Li gorî raporê di 15 salên dawî de di encama lêdana otomobîlên hêzên ewlehiyê de ku şofêrê wan polîs û leşker bûn 44 kesan canê xwe ji dest da.

Ji van 44 kesan, 21 jê zarok bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst