Herêma Kurdistanê bertek nîşanî 'budçe' ya Îraqê da: Siyaseta birçîkirinê tê meşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew pereyê ku Bexdayê şandiye têra mûçeyê welatiyan jî nake û bertek nîşan da.

Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser budçeya ku dê Hikûmeta Îraqê bişîne got:

“Em hest pê dikin ku Hikûmeta Îraqê siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşîne.”

Şandeya danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji bo gotûbêjkirina mijarên petrol û budçeyê li Bexdayê ne daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Hikûmeta Îraqê pabendî rêkeftinan nabe”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di civîna çapemeniyê de axivî û got:

“Pereyên ku Hikûmeta Iraqê şandiye têra dayîna mûçeyan jî nake.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî hemû rêkeftinan bûye û erkên xwe cîbicî kiriye.

Hikûmeta Îraqê pabendî rêkeftinan nabe.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî herwiha anî ziman:

“Em ji qutkirina mûçe û dahata xelkê hest pê dikin ku Hikûmeta Îraqê bi siyaseta birçîkirina xelkê Herêma Kurdistanê dimeşîne û vê yekê wek amûreke guvaşa bi kar tîne.”

Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî got:

“Ji bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînarî heye.

Ew pereyê ku dê Hikûmeta Îraqê bişîne têra mûçeyan nake.”

“Mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bin pê dikin”

Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab jî diyar kir ku ti encam ji hevdîtinan derneketiye û got:

“Ew mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bin pê dikin. Bexda bi teqsîtan pere dişîne.”

Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab destnîşan kir ku desterdana rêkeftinên budçe û darayiyê tê kirin û anî ziman:

“500 milyar dînarên ku Bexda dê ji nav budçeyê bişîne û dahata Herêma Kurdistanê têra mûçeyan jî nake.”

“Îraq tolê ji Herêma Kurdistanê hiltîne”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah jî herwiha diyar kir ku yasaya budçeyê ji bo tolhildana ji Herêma Kurdistanê hatiye nivîsandin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah got:

“Yasaya budceyê bi dijberiya Herêma Kurdistanê dagirtî ye.

Haya me ji vê niyeta xirab a Bexdayê hebû.

Em danûstandinan ji bo niyeta xwe ya pak nîşan bidin didomînin.”

Divê Bexda her meh trîlyonek dînar bişîne”

Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm jî diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê dikare mûçeyan cuda bişîne û anî ziman ku şandina tenê 500 milyarî ji budçeyê berovajî yasaya budçeyê û rêkeftinan e.

Amanc Rehîm herwiha destnîşan kir ku di civîna Encûmena Wezîran a Îraqê de biryar hatiye dayîn ku 500 milyar dînarî ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişînin.

Amanc Rehîm tekez kir ku li gorî yasaya budçeyê divê Bexda her meh trîlyonek dînar bişîne.