Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiyê 245 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di Tebaxê de bi hinceta qaçaxçîtiyê 245 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku xebatên tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Wanê yên li dijî qaçaxçîtiyê berdewam in.

Li gorî parêzgariyê, di çarçoveya xebatan de meha Tebaxa li tevahiya parêzgeha Wanê 214 operasyonên cuda hatine kirin.

Parêzgariyê da zanîn ku di operasyonan de bi "hinceta qaçaxçîtiyê" 245 kes hatine desteserkirin

Derbarê 245 kesan de karên yasayî hatine kirin, lê parêzgariyê eşkere nekiriye ku ew kes hatine girtin an na.