Li ser nexşeyê êrişên li Dêrezorê

04-09-2023
RÛDAW
Nexşeya şer
Nexşeya şer
Nîşan Dêrezor Operasyon Nexşe Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Destpêkê li bajar û bajarokên rojhilatê Feratê hemûyan şer hebû.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, şervanên HSDyê bajar û bajarokên wek Izbe, Şihêl, Bisêre, Hewayic, Hecîn û Baxozê ji destê çekdarên Ebû Xewle derxistin.

Medyaya nêzîkî HSDyê diyar kir ku tenê bajarokê Zîban û hinek gundên din mane û şer li wî bajarokî berdewam e.

Serokê Encûmena Serbazî ya Dêrazorê yê berê Ebû Xewle niha bi gelek sûcên cuda li cem HSDyê girtiye.

Muxalefeta Sûriyeyê dixwaze êriş bike

Ji ber şerê Dêrazorê çekdarên muxalefeta Sûriyeyê yên li Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrîn, Ezaz,Til Temir, Minbic û Eyn Îsayê dixwazin êrişî HSDyê bikin.

Li Til Temirê çekdaran êrişî hinek gundan kir.

Herî diyar li gundê Til Tewîlê yê Aşûriyan û Gundê Ximsînê şerekî dijwar heye.

Li wê derê çekdar hewl didin rêya M4ê bigire.

Ji Girê Spiyê ve çakdaran erişî hinek gundên Eyn Îsayê kir.

“Şer li Minbicê herî dijwar e”

 Şerê herî dijwar li Minbicê ye.

Li wir jî çekdar ji Cerablusê êrîşî Girê Sêrya Têlê û gundê Ereb Hesenê kirin.

Berî 2 rojan ew her du cih kontrol kirin lê hêzên Rûsyayê ew bombebaran kirin neçar bûn jê vekişin.

Wan li rojhilatê Minbicê jî êrişî* gundê Xalidiyeyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst