Endamê Serokatiya MSDyê: Rejîm û Îran fitneyê li Dêrezorê çêdikin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şikrî Şêxanî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê û Îran fitneyê li Dêrezorê çêdikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hewl didin gund û bajarokên li ber Çemê Feratê, ji Zîban heta Baxozê ji destê çekdarên ku piştevaniya Ebû Xewle û Îbrahîm el-Hifil dikin, derxînin.

Hêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) yên ser bi HSDyê ve xwe ji bo çûna nav bajarokê Zîbanê amade dikin.

Armanca operasyonê derxistina van grûpên çekdar ji nav çend gund û bajarokên li ser qeraxên Çemê Feratê ye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, çekdarên alîgirên Ebû Xewle nêzîkî 18 gundan ji Zîban heta Hecîn û Baxoz li hember Bûkemalê kontrol dikin.

Zîban gundê Îbrahîm el-Hifil e ku yek ji şêxên eşîra Ikêdat e û bi eşkereyî çek li hemberî HSDyê hilgirtiye û ji eşîrê xwestiye êrişî HSDyê bike.

Derbarê vê yekê de Navenda Ragihandina HSDyê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê nîşan bi wê yekê daye ku kesê bi navê Îbrahîm El Hefel ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin.

Li gorî daxuyaniyê Îbrahîm El Hefel bûye sedema rijandina xwîna şervanan, derbiderkirina welatiyên sivîl, têkdana saziyên xizmetguzariyê û gurkirina fitneyê.

Her derbarê şerê Dêrezorê de, Endamê Encûmena Serokatiya MSDyê Şikrî Şêxanî ji Rûdawê re got ku tişta dibe ji bo hilweşandina Rêveberiya Xweser fitneyek e.

Şikrî Şêxanî got, “Tişta ku bi rastî li navçeya Dêrezorê çêdibe fitneyek e hatiye hûnandin û plankirin û cîbicîkirin ji aliyê milîsên Îranê ve, ji aliyê pasdaran ve bi fermana Îstixbaratên Îranê.

Herwiha rejîma Sûriyeyê jî bi temamî beşdarî vê fitneyê ye ji bo têkdana stûnên Rêveberiya Xweser û hilweşandina Rêveberiyê ye.

Ew tenê fitneyek e ne kêm û ne zêde, dixwazin weke dijminatiyeke Kurdî- Erebî nîşan bidin lê bi rastî fitneyek e mezhebî ye Sûriye û Îranê xwest bi rêya wê aloziyê li navçeyê derxînin."

Hevdem bi şêrê Dêrezorê re çekdarên opozisyona Sûriyê êrişî gundê Tewîleyê yê 10 kîlometreyan li rojavayê Til Temirê kiribû û kontrolkirina wî ragihandibû.

Çavkaniyekê ji navçeyê ji Rûdawê re tekez kir ku Encûmena Leşkerî ya Til Temirê, gund ji destê çekdarên opozisyonê derxistiye û bi temamî kontrol kiriye.