Mazlûm Ebdî derbarê rewşa Dêrezorê daxuyanî da

04-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrezor HSD Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku rewşa li Dêrerzorê ber bi aramiyê ve diçe.

Piştî desteserkirina Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê derbarê rewşa Dêrezor, Minbic û Til Temirê daxuyanî da.

Bi gotina Mazlûm Ebdî rewş ber bi aramiyê ve diçe.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivisiye:

“Bi hevkarî û piştgiriya xelkê me yê Dêrezorê, hêzên me dê bi operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, xebatên pêkanîna aramiya li herêmê û peydakirina ewlehiyê, berdewam bikin.”

Mazlûm Ebdî herwiha got, “Rewş bi saya civaka xwecihî, êşirên herêmê û HSDyê, ber bi aramiyê û parastina aştiya navneteweyî ve diçe.

Lê dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina aramiya li herêmê û tunekirina îradeya gelê me, êrişî Til Temir û Minbicê dike.”

Çi rû da?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha zêdeyî 52 kesan hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst