Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, hinek kesên nenas bi çekan êrişî kargehekê kir.
Li ser Kolana Selahattin Eyyubiyê ya navçeya Peyasê, îro jina bi navê F.K. dema sibehê çû kargeha xwe ya cilûbergan dît ku hinek kesan gule berdane kargeha wê.
Ji ber guleyan cam û dîwarên kargehê zerer dîtiye.
Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
Di kamerayên ewlehiyê yên derdorê de diyar bû ku dema kargeha F.K. girtî bûye hinek kesan gule lê reşandine û çûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse