Ji ber bombebarana Tirkiyê agir bi Çiyayê Metîn ket

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bombebarana Artêşa Tirkiyê ya li gundê Sergeliyê ya Amêdî ya Duhokê agir bi rez û baxên quntara Çiyayê Metîna ketiye û elektrîka çend gundan qut bûye.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro Yekşemê Artêşa Tirkiyê Çiyayê Metîn û derdora gundê Sergeliyê yê Duhok a Herêma Kurdistanê bombebaran kir û bombebarankirina navçeyê berdewam e.

Muxtarê Gundê Sergelî Nizar Sergelî ji Rûdawê re axivî û got, “Ji ber bombebaranê welatî nikarin biçin ser zeviyên xwe, gelek rez û baxên deverê şewitî ne, bombebarankirina berdewam dibe sedema koçberbûna niştecihên navçeyê.”

Muxtarê Gundê Sergelî Nizar Sergelî her wiha diyar kir ku Tirkiyê xaleke nû ya leşkerî li navçeyê çêkiriye.