Li Dêra Axtamar a Wanê ayîn hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ayîna ku îsal cara 10emîn e li Dêra Girava Axtamar a Gola Wanê tê lidarxistin dest pê kir.

46 keşe û geştyar ji bo ku beşdarî ayînê ji Westanê bi beleman çûne giravê.

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan û Serkeşe Harutyun Damadyan ên ku bi keşeyan re hatin giravê, demekê bi geştyaran re sohbet kirin.

Piştî ku amadekarî bi dawî bûn, Harutyun Damadian dest bi ayînê kir.

Ayîna ku bi serokatiya Maşalyan pêk hat, Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Wanê Erol Uslu û Rêveberê Muzexaneya Wanê Fatîh Arap jî beşdar bûn.