Wezîrê Pêşmerge gefa dest ji kar kişandinê dixwe

04-09-2022
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Ragihandinê yê Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku Wezîrê Pêşmerge ragihandiye heger destwerdan di karê wî de berdewam bike dê dest ji kar bikşîne. Parlemanterekî endamê Lijneya Pêşmerge dibêje, di nav Wezareta Pêşmerge de efser hene ku biryara wezîr “cibicî nakin”.

Sekreterê Ragihandinê yê Wezîrê Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Mîran Bekir, îro Yekşemê 4ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Destwerdan û astengî li pêşiya karên Wezîrê Pêşmerge hene û wî jî ji ber van nîgeraniyan ragihandiye, heger rewş wisa berdewam bike dê dest ji kar bikşîne.”

Mîran Bekir anî ziman, “Wezîrê Pêşmerge dibêje, wî 44 salan Pêşmergeyetî kiriye û piştre jî ev post wergirtiye ku hêzeke Pêşmerge ya rêkxistî hebe. Weke yekem Wezîrê Pêşmerge, wî dest bi çaksaziyan di Wezareta Pêşmerge de kiriye lê yên çaksazî ne di berjewendiya wan de ne, astengiyan derdixin.”

Mîran Bekir diyar kir ku çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li ser daxwaza Hevpeymaniya Navdewletî ne û got, “Hevpeymaniya Navdewletî ji bo serkeftina çaksaziyan nîgeriyên xwe yên gihandiye Wezîrê Pêşmerge û wî gihandiye aliyên siyasî yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”

Bekir got, “Wezîrê Pêşmerge dibêje, tiştê ku min dest pê kir, ne neyar, ji min re tu dost nehiştîne û ew hemû bûne dijminên min.”

Parlemanterê endamê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rizgar Mihemed jî li ser nîgeraniyên Wezîrê Pêşmerge got, “Em gelek caran bi wezîr re rûniştine û pêşniyaran dikin lê wezîr dibêje ne bi destê me û ne jî bi destê we tê kirin, bi destê YNK û PDKê tê kirin.”

Rizgar Mihemed anî ziman, “Pêşmergeyekî bi pileya 'desthilatdar' ji ber nerazîbûnan ji kar hat dûrxistin û piştre hat vegerandin lê pileya wî hat betalkirin; wî jî Wezareta Pêşmerge gilî kir û doza wî bi ser ket. Ez û çend parlamenterên din 3 caran çûn cem Wezîrê Pêşmerge û wî jî biryara vegerandina pileya Pêşmerge pesend kir lê heta niha jî biryara wezîr ji aliyê pilebilindekî ve nayê cîbicîkirin.Kek Şoriş ji ber wê nîgeran e.”

Rizgar Mihemed ê ku di heman demê de endamê fraksiyona Gorranê ye li Parlamentoya Kurdistanê ye ragihand, Wezîrê Pêşmerge dixwaze hêzên 70 û 80 bi temamî bibin yek û biçin ser Wezareta Pêşmerge û “destê hizbî” nemîne.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ji YNKê ye; Serbest Lazgîn Cîgirê Wezîr e ji PDKê ye û di Wezareta Pêşmerge de wek kesê yekem yê wê partiyê tê hesibandin.

Endamê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Balanbo Mihemed jî îro yekşemê ji Rûdawê re got, “Wezîrê Pêşmerge gelekî nîgeran e ji ber ku PDK wezaretê bi rê ve dibe, ne YNK.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst