Galeriya wêneyan

05-09-2022
15 Photos

Li Dêra Axtamarê ya dîrokî ku li Girava Axtamarê ya di nav Gola Wanê de ye û ji bo Krîstiyanên Ermenî xwedî girîngiyek mezin e, 10mîn merasîma olî hat lidarxistin.

46 kesayetên rûhanî û ziyaretvanên ku ji bo beşdariya di merasimê de hatibûn, ji Pira Gevaşê bi botan çûn giravê.

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan û Serokkahîn Harutyun Damadyan ku bi rûhaniyan re çûn giravê, demekê bi ziyaretvanan re axivîn.

Piştî ku amadekarî bi dawî bûn, Damadiyan îsal dehemîn merasîma olî ya li Dêra Axtamarê saz kir.

Merasîm bi serokatiya Maşalyan pêk hat û têde Rêvebirê Çand û Tûrîzmê yê Parêzgeha Wanê Erol Uslu û Rêvebirê Muzexaneya Wanê Fatîh Arap di merasimê de amade bûn.

 

Foto:  AA