Li Çiyayê Sîpan 3 golên krater ziwa bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyager û xwezahezên hilkişiyan serê Çiyayê Sîpan ê Bakurê Kurdistanê tesbît kirin ku 3 golên krater ên li wir ziwa bûne.

Komeke çiyager û xwezahez ji bo dîtinê, hilkişiyan Çiyayê Sîpan ku dikeve navbera navçeya Patnos a Agiriyê û Elcewaz a Bedlîsê.

Koma ku derket lûtkeya 4 hezar û 58 metre bilind, tesbît kirin ku 3 golên krater ên li wir ziwa bûne.

Endamên komê bi têlefonên xwe yên mobîl dîmena golên ziwabûyî tomar kirin.

Xwezahez Lutfî Yigit diyar kir ku ew ji bo gerê hilkişyan serê Çiyayê Sîpan.

Lutfî Yigit da zanîn ku ew fikirîn ku li cihên bilind ên çiya av zêde ye û lewma wan zêde av bi xwe re nebir û wiha got:, "Gava em nêzîkî bi lûtkeya çiya bûn, me dît ku hişkbûn û bêaviyeke cidî heye. Me dît ku sê gol ziwa bûne. Her wisa cemedên bi sedan salan li wir jî heliyane.”