Amerîkayê li gel HSDê rewşa Serê Kanî û Girê Spî gotûbêj kir

04-09-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka HSD Serê Kaniyê Girê Spî Kurd Salih Gedo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Amerîkî li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî gotûbêj kir û hin pêşketin di vê dosyayê de çêbûne.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo ku endamê şandeya PYNK ya danûstandinên li gel ENKS ye, ji Rûdawê re ragihand ku di nava çend rojên borî de civîneke girîng di navbera şandeke Amerîkî ya astbilind û hêzên HSDê de li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye kirin.

Salih Gedo diyar kir ku dicivînê de, rewşa navçeyê bi giştî hatiye behskirin û bi taybet ji li ser rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye rawestan û hin pêngavên baş di vê derbarê de hatine avêtin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat herwiha diyar kir ku Rûsya jî li ser xeta gotûbêjkirina rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî ye.

Herwiha Salih Gedo derbarê diyaloga Kurdî de ji Rûdawê re aşkere kir ku di nava herdu rojên bê de hevdîtinek onnline, dê di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Jeoy Hood ligel PYNK hebe û ew geşbîn e ku diyalog dê nêzîk dûbare destpê bike.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Di encama êrişên giran û ketina wan bajaran bo destê çekdaran, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji wê roja ku ew herdu bajar ketin bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, mîna herêma Efrînê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wan herêman jî berdewam in.

Herwiha Hikûmeta Tirkiyê mîna ku bajarên wî welatî ne, serederiyê li gel Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û bajarên din ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike.

Hikûmeta Tirkiyê heta niha ala xwe li wan bajaran bilind kiriye, dibistanên Tirkî vekirine, pereyên xwe kirine pereyên fermî li bazaran, saziyên xwe tê de avakirine û herê dawî jî saziya xwe ya Postê (PTT) li Girê Spî vekirîbû.

Li gor yasayên navdewletî nabe dewletek dezgehên xwe yên fermî di nav axa dewleteke din ava bike, ala xwe, wêneyên serokê welatê xwe her li nav axa wî welatî jî bilind bike.

Çavdêr û şopîner vekirina saziyên fermî yên hikûmeta Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê wekî nîşana girêdana wan navçeyan bi Tirkiyê ve bi nav dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst