YNK bo Aldar Xelîl: Gotinên te destwerdaneke qebûlnekirî ye

04-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) gotinên Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl red kir û ragihand ku baştir e Aldar Xelîl û PYD destwerdanê di karûbarên navxweyî yên partiyên din ên Kurdistanê de nekin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl pêştir di hevpeyvîneke ligel televîzyoneke Rojavayê Kurdistanê de behsa pirsgirêkên navxweyî yên YNKê kiribû û gotibû ku wan pirsgirêkan ji ber "destwerdana Tirkiyê” rûdane.  Aldar Xelîl herwiha gotibû ku siyaseta YNKê ya piştgiriya tevgera Kurd bi siyaseta Erdogan re ne guncaw e, ji ber vê yekê di nava partiyê de alozî derxistin.

Çavkaniyekî ji Ofîsa Ragihandinê ya YNKê di daxuyaniya xwe de bersiva Aldar Xelîl da û got, "Me bi xem û sosreteka mezin çend gotinên neguncayî yên Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl derbarê YNKê de bihîst ku destwerdaneke qebûlnekirî ye di karên navxweyî de.”

Ew çavkanî herwiha dibêje: “Hemî partî û partiya navborî dizanin ku me çiqas alîkariya wan kiriye û çend qurbanî daye. Tevî vê yekê jî, em piştgirîkirina doza gelê xwe li seranserê Kurdistan û Rojava, wekî spasdarî nabînin, ji ber ku ev şopandina prensîbên Serok Mam Celal e.”

Di heman demê de di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya YNKê de hat gotin, “Rexne û tawanbarkirinên birêz Aldar Xelîl yên veşartî yên li ser gumana helwesta YNKê neheq  û ne guncaw in. YNK ne partiyek e ku helwesta xwe ya stratejîk û nêrînên neteweyî li gorî nêrînên takekesî yan jî ji ber zexta herêmî diguherîne."

Di beşeke din de heman çavkanî dibêje: “Li şûna destpêkirina helwestên wiha şaş û teşwîqker ên ku pêşve naçin baştir e, Aldar Xelîl û PYD bi hemû hêz û şiyanên xwe hewl bidin ku gelek pirsgirêkên ku rastî gelê me û deverên Kurdî yên Sûriyê tên çareser bikin û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên partiyên din ên Kurdistanê de nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst