Yekem malbata penaber ji Hewlêrê vegeriya Efrînê

04-09-2021
Li Hewlêrê, malbeteke Efrînî biryara vegerê bo ser warê bav û kalên xwe da
Li Hewlêrê, malbeteke Efrînî biryara vegerê bo ser warê bav û kalên xwe da
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd ji paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê berê xwe da bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye, û vegeriya ser cih û warê xwe.  Nebhan Ebdulezîz û hevjîna wî Fatime Brîm, ku xelkê gundê Kurzêla Cûmê ne û mala wan li nav bajarê Efrînê ye, piştî 3 rojan ji rêwîtiyê şeva înê gihiştin nav bajarê Efrînê.

Li Hewlêrê, malbeteke Efrînî biryara vegerê bo ser warê bav û kalên xwe da. Her yek ji welatiyê Kurd Nebhan Ebdulezîz û hevjîna wî Fatime Brîm, ku xelkê gundê Kurzêla Cûmê ne û mala wan li nav bajarê Efrînê ye, piştî 3 rojan ji rêwîtiyê şeva înê gihiştin nav bajarê Efrînê.

Mihemed Ibrahîm, ji Rûdawê re behsa biryara dayîk û bavê xwe bi vegera li Efrînê kir.

Koçber Mihemed Ibrahîm got: “Berî bav û dayîka min biryar dabûn herin Efrînê. Ew roja 3yê Îlonî gihîştin cih û warê xwe. Li ser rê ti astengî ji wan re nebûye û heta niha jî ti astengî ji wan çênebûne. Sedema sereke ya xwestina vegera wan ew bû ku çimkî Efrîn cihê bav û kalên me ye. Efrîn ne têne ye, xwedî û zarokên wê jî hene. Ez hêvîdar im her kesê ku bixweze vegere Efrînê bila vegere.

Malbata Kurd a vegeryayî niha hewl dide ku bi rêya desthilatdarên li Efrînê, mala xwe ku malbateke Erebên hawirde tê de, werbigirin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê û piraniya wan heta niha li kampên navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ne.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst