Hikûmeta Fransayê dîroka Kurd û Pirsa Kurd dixe nav programa xwandina lîseyê

04-09-2020
RÛDAW
Hikûmeta Fransayê dersek derbarê dîroka Kurd û Pirsa Kurd de dixe nav programa xwandinê ya pola 11 a qonaxa lîseyê.
Hikûmeta Fransayê dersek derbarê dîroka Kurd û Pirsa Kurd de dixe nav programa xwandinê ya pola 11 a qonaxa lîseyê.
Nîşan Fransa Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Fransayê dersek derbarê dîroka Kurd û Pirsa Kurd de dixe nav programa xwandinê ya pola 11 a qonaxa lîseyê. Ders di pirtûka dîrokê û cografyayê de hatiye danîn û navnîşana dersê jî, “Kurd: neteweke bê dewlet e.”

Vejîna hêviya serxwebûnê

Di naveroka wê dersê de hatiye, ku Kurd mezintirîn netewa bê dewlet e li cîhanê û hejmara wan nêzîkî 40 milyon kes e û piraniya wan li ser mezhebê Sunne ne. Herwiha di wê dersê de hatiye gotin: Sed sal e ku beşek ji Kurdan ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşînê dikin û ew dewletên beşek ji Kurdistanê ketiye nav sînorê wan, li dijî wê hewldanê radiwestin, lê rûxana rejîma Seddam û herrifîna Sûriyê, hêviyên ji bo avakirina Kurdistaneke serbxiwe vejandine.

Di birgeyeke din a dersê de pirsek wisa hatiye kirin, “gelo milmilaniyên Rojhilata Navîn dibin sedema çêbûna dewleta Kurdî?”

Pêşmerge

Di birgeyeke din de behsa rola hêzên Kurdî di têkbirina DAIŞê de dike û têde behsa rola Pêşmerge hatiye kirin û hatiye nivîsandin: “Wateya Pêşmerge di zimanê Kurdî de wate ewên rûbirûyê mirinê dibin. Hêzên Pêşmerge heman rewşa serbazên Iraqê hene, ew yek jî piştî şerkirina li dijî Seddam Hisên û şerkirina li dijî Dewleta Îslamî ya DAIŞê bidestxistin. Ew yekîne di sala 1920an de hatine avakirin û niha hejmara wan nêzîkî 350 hezar şerkeran e.”

Dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê

Herwiha di wê dersê de behsa biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatiye kirin, ew biryara bi rizamendiya Trump hat dayîn di 9ê Cotmeha 2019 de, bo êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê. Herwiha şerê DAIŞê weke destpêka hevkariya navbera Amerîka û Kurd li Sûriyê hesibandiye, kuştina Serokê DAIŞê jî giringiya wê hevkariyê nîşan da, herwiha dibêje, ew destpêka dagîrkariya Tirkiyê jî bû li ser welatê Kurdan li Sûriyê, û di wê beşa waneyê de wiha hatiye nivîsandin, “Dawiya Kurdistana Sûriyê: Di 9ê Cotmeha 2019 de, Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi razîbûna serok Trump êrîşeke serbazî li dijî Kurdan li Sûriyê destpê kir. Ew jî dawiya hevkariya navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û Kurdên Sûriyê bû – Ew hevkariya operasyona li dijî Serokê Dewleta Îslamî giringiya wê nîşan da- û herwiha destpêka dagîrkariya Tirkiyê bû bo ser welatê Kurdan li Sûriyê. Piştî topbaranê, artêşa Tirkiyê tankên xwe û axa xwe da dest birîkarên xwe .., wan grûpên çekdar jî bi piranî ji çeqokêş yan cîhadî yan jî çeqokêş û cîhadî di heman demê de – ji wan erebên Sunnî pêk hatine ku ji Kurd û Krîstiyanan hez nakin, ew pêştir jî çekdarên şaxê navxweyî yê rêxistina El Qaîdeyê bûn.”

Efrîn

Herwiha birgeyeke din a dersê behsa Efrînê dike li Rojavayê Kurdistanê û di vê birgeyê de hatiye nivîsandin: “Em nikarin bêjin em agahdar nînin. Di Adara 2018an de artêşa Tirkiyê navçe û bajrê Efrînê yên piranî Kurdnişîn dagîr kir. Ew navçe jî radestî komên cîhadî hatiye kirin – ku mafê birina hemû tiştên destbiserdegirtî hene. Çekdarên wan milîsan, mal û gelek dikanên Kurdan talan kirine. Dest bi revandinê bo wergirtina fidyeyê kirine û kuştina bikom encam dan, bêyî ti dadgehîkirinekê. Niştecihên Kurd reviyan. 130 hezar kes avêtin ser cadeyan, ew jî armanca pêkhatî ye, çimku armanc, dawîanîna bi hebûna Kurd e, li ser xeta sînorî ya li gel Tirkiyê.”

Spasiya Trump bo Kurd

Herwiha birgeyeke dersê ji bo rola Kurd li Sûriyê di têkbirina DAIŞê de hatiye terxankirin, “Kurdên Sûriyê yekemîn hêz bûn ku Dewleta Îslamî têk birin û Bexdadî ji paytexta wî ya Sûrî li Reqayê derxistin. Bêyî wan ku di vî şerî de 11 hezar qurbanî dan, Trump nedikarî ahenga serkeftina bi ser Dewleta Îslamî de bigêre. Bi şêwaza xwe jî spasiya Kurdan kir: Bi rêya radestkirina wan bi hinek cîhadiyên din.”

Di dersê de hin pirs li xwandekaran tên kirin, weke:

Gelo rewşa Kurdan di hemû dewletan de weke hev e?

Gelo serxwebûn tekane rê ye ku Kurd dixwaze, her wek ku di destpêka salên 20î yên sedsala bihorî de hewl bo dida?

Rola Kurdan çi bû di şerê dijî Dewleta Îslamî de?

Çima em dikarin berawirdê di navbera rewşa Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê de bikin?

Sala xwandinê ya qonaxa lîseyê li Fransayê ji nîveka vê heftiyê ve destpê kir. Bi hezaran xwandekar li Fransayê wê dersê li ser dîroka Kurd û doza Kurd û xebata gelê Kurdistanê dixwînin. Herwiha derbarê rola Kurd di têkbirina DAIŞê de dixwînin.

Hejmara wan xwandekarên di sala 2019 de li Fransayê qonaxa lîseyê xwandine, 755 hezar û 900 kes bûye, ku %51 ji wan xwandina giştî xwandine, %21 ji wan xwandina teknîkî û %28 ji wan jî xwandina pîşeyî xwandine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst