Li Silêmaniyê endamên bandekê bi çekên giran ve hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Nehiştina Tawanan li Silêmaniyê ragihand, hêzên wan endamên bandekê girtine, ku bac û serane ji xelkê werdigirtin û çekên BKC bi wan re bûne.

Di konferanseke rojnamevanî de, Polîsê Nehiştina Tawanan li Silêmaniyê aşkere kir, ku ew band ji 10 kesan pêk tê, ku çend corên çekan bi wan re hebûne û ji wan jî çekên ji corê BKC.

Polîs dibêje, herwiha 4 otomobîlên wê bandê hene ku du ji wan plaka Wezareta Pêşmerge li ser wan heye.

Li gor daxuyaniya polîs, ew banda wergirtina bac û seraneyê di demjimêr 02:30 şev hatine desteserkirin. Bi gotina polîs, ew guman dikin ku plakên otomobîlên wê grûpê yên ku Wezareta Pêşmerge li ser hatiye nivîsandin, sexte bin, lê lêkolîn hêj bi dawî nebûne.

Polîs herwiha dibêje, di navbera hêzên polîs û endamên wê grûpê de pevçûneke çekdarî çê bûye û teqe li polîs hatiye kirin û endamên wê bandê piştî rûbirûbûnê hatin desteserkirin.