Besê Hozat piştgirî da peyama Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat piştevaniya xwe bo peyama Serok Barzanî ku gotibû “Em dê careke din destûrê nedin xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin” nîşan da û got: “Ev yek baş e, lê belê divê di pratîkê de pêk were. Kes naxwaze di nava Kurdan de komkujî pêk were, şerê birakujiyê rû bide. Gelê Kurd vê qebûl nake.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê derbarê mijarên rojevê weke qeyûmên li şûna şaredarên bajarên Kurdan hatine danîn, yekîtiya Kurdan û geşêdanên li Rojavayê Kurdistanê de axivî.

“Rewşa awarte li Kurdistanê dê neqede”

Besê Hozat dûrxistina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê wek biryareke siyasî binav kir û got: "Pêwendiya vê biryarê bi mesleeya Kurd heye. Ji bo tinekirina Kurdan siyasetê dikin, hewl didin ku nasname û hebûna Kurdan neyên qebûlkirin. Rewşa awarte dê li Kurdistanê neqede."

Hozat anî ziman ku desthilatdariya AK Partî û MHPê hewl dide Kurdan ji aliyê siyasî ve tine bike û, li dijî vê yekê pêwîstî bi berxwedaneke xurt a civakî heye.

Bi gotina Hozat Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurdî amade ye û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çi pêwîst be ew dibe alîkar û divê dewleta Tirkiyê ji bo çareseriyê biryarê werbigire.

“Kurd dixwazin di nava sîstemeke xweser de bijîn”

Hozat tekez ki ku li Tirkiyê ji bo çareseriyeke demokratîk divê mafê gelê Kurd bê dayîn û nasnameya Kurdan bê naskirin û wiha pê de çû: “ Kurd dixwazin di nava sîstemeke xweser de bi rengekî azad û demokratîk bijîn. AKP-MHP timî dibêjin 'PKK dixwaze Tirkiyeyê parçe bike, dewletê ava bike. Li Sûriyeyê dixwaze dewletê ava bike'. Ev hemû derew in, demagojî ne. Ew jî baş zanin ku paradîgmaya me guhertiye. Em dixwazin pirsgirêka Kurd di nava sînorên dewletê de bi statuyeke demokratîk çareser bikin."

“Divê Rêvberiya Xweser û Şam bi hev re li çareseriyekê bigerin”

Derbarê rewşa Rojhilat Navîn û rewşa Kurdan de Hozat dibêje: “Dewleta Tirk li her deverê di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Ji bo dijminahiya li hember Kurdan dixwaze di nav vî şerî de bibe aktor û cih bigre. Hêzên emperyal û rojavayî dixwazin li gor berjewendiyên xwe yên di Rojhilata Navîn de sîstemekê dizayn bike

Amerîka niha dixwaze dewleta Tirk li Rojhilatê Firatê di hevsengiyekî siyasî de Tirkiyê bide meşandin. Rusya jî li gor berjewendiyên xwe li ser Tirkiyê siyasetekî dide meşandin. Tirkiye û hikumeta AKP-MHPê ya faşist ji bo qirkirina Kurdan dixwaze ji wan sud werbigre. Dewleta Tirk dixwaze xweseriya demokratik û statuya ku heye bi giştî ji holê rabike.”

Besê Hozar herwiha dibêje divê Rêveberiya Şamê bi aqilane bi rasyonel bi Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Suriyê re birune pirsgirêkan çareser bikeDi halê hazir de statuyek heye û nas bike û ew ne perçekirina Suriyê ye, ew bihêzkirina Sûriyş ye.

“Peyama Barzanî erênî bû”

Derbarê yekîtiya gelê Kurd de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê diyar anî ziman ku ew şerê birakujiyê ti carî qebûl nakin û peyama Serok Mesûd Barzanî erenî bû.

Hozat peyama Barzanî bibîr anî got: “Ev yek baş e, lê belê divê di pratîkê de pêk were. Kes naxwaze di nava Kurdan de komkujî pêk were, şerê birakujiyê rû bide. Gelê Kurd vê qebûl nake. Axaftina vê mijarê jî şerm e. Heqaret e ji bo Kurdan, şerm e. Me birakujî timî weke şermekê weke sûc dît û timî red kir.”

Di berdewamiy axaftina xwe de Hozat diyar kir ku ew destketiyên li Başûrê Kurdistanê gelekî girîng dibînin û ji bo Başûr xurt bibe, ji bo bibe xwedî jiyaneke demokratîk ew amade ne bi her rengî alîkariyê bikin û got: “Li Rojava û Bakur destketî hene. Ji bo Kurd di sedsala 21ê de bibin xwedî statu, divê siyaseta qirkirinê ya dewletên ku 100 sal in polîtîkaya qirkirinê dimeşînin red bikin. Pêwîste sekneke hevpar nîşan bidin. Divê polîtîkayeke neteweyî û hevpar bê meşandin. Tiştên ku zerarê didin Kurdan divê bên terikandin.”