3 malbat li ber avahiya HDPê ketine çalakiyê

Amed (Rûdaw) - Ev çend roj in 3 malbat bi hinceta ku zarokên wan tevlî PKKê kirine, li ber avahiya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

Malbat HDPê weke sûcdarên sereke nîşan didin û dixwazin HDP zarokên wan li wan vegerîne. Lê HDPyî dibêjin ew malbat bi organîzekirina polîsan hatine ber deriyê partiya wan rûniştine û dixwazin li ser van malbatan li hemberî HDPê provokasyon çêkin.

Çalakiya ku li ber avahiya HDPê hatiye destpêkirin, car caran di navbera malbat, polîs û rêveberên HDPê de dibe sedema aloziyan.

Dayika di çalakiya rûniştinê de dibêje: “Zarokê min bînin. Hûn bi qurbana zarokê min bin.”

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun ji dibêje: “Dayikên şemiyê her roj li kolanan e, hûn çima naçin daxwaza ronîkirina kuştina bi hezaran kesên ku hatine qetilkirin nakin? Ev der partiyeke siyasî ye û em deriyê partiya xwe tu caran nagrin. Bila polîs herin wan bibin cihekî din. Ev provokasyoneke mezin e. Dewlet divê nehêle ew bêne ber deriyê partiya me.”

Jineke HDPî jî dibêje: “Dewlet tê zarokên me dikuje, lê hêj tên hesabê ji me dipirsin.”