Li Kampa Şehba nexweşî belav bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampên Şehba ku bi sedan xelkê Efrînê lê dimînin, rewşa tenderûstiyê her ku diçe xerabtir dibe û ji ber kêmbûna derman û bijîşkan, gelek nexweşî di nav koçberan de belav bûne, koçberên kampa Şehab bang li aliyên navdewletî dikin ku xwe bigihînin hawara wan.

 

Kêmbûna dermanan li navçeyên Şehbayê bûye sedema belavbûna nexweşiyan li nav koçber û nişteciyên wan deveran. Ji bo vê yekê jî berpirsên Heyva Sor a Kurdî banga xwe digihînin rêxistin û aliyên navdewletî ku ji bo peydakirina dermanan, bi wan re  alîkar bin, bi taybetî koçberên ku ji Efrînê li wê derê, di rewşeke zehmet de, dijîn.

 

Ji aliyê tendirustî ve, pêdiviyên girîng ji bo xelkê nayên bidestxistin, tîmên bijîşkî jî kêm in, di encama vê yekê de, nexweşî di nav koçberan de derketine. Ji wan jî nexweşiyên kulbûna ceger û êşa zirav. Bi taybetî li kampên Berxwedan, Serdem û Şehba. Lê dermanên pêwîst ji bo van nexweşan jî kêm in û hinek jî nînin.

 

Li gorî ragihandina Heyva Sor a Kurdî, nehatina dermanan vedigere wê yekê ku ew navçe li jêr dorpêçê ne, lewma xelk neçar in herin Helebê ji bo çareseriya tendirustî yan jî peydakirina dermanan.

 

Tîmên bijîşkî û nişteciyên wan navçeyan banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar ku alîkariyan pêşkêş bikin, ji bo ku nexweşî bêhtir nebin.

 

Niha bêhtir ji 100 malbatên koçber li Kampa Şehba li nahiyeya Şêrawa, li başûrê Efrînê, di rewşeke zehmet de, dijîn, bi taybetî nebûna derman û xwarin û şîrê zarokan. Lê tevî vê zehmetiyê jî ti rêxistin alîkariya wan nakin. Li vê kampê navendeke bijîşkî jî nîne, lewma nişteciyên wê daxwaza guhdanê dikin û dixwazin aliyên navdewletî alîkariyan ji  wan re pêşkêş bikin.

 

Belvabûna nexweşiyan û nebûna derman ji kêşeyên herî mezin û zehmet in, li nav koçberên navçeya Şehbayê û pêwîstiya wan bi çareseririna van kêşeyan heye, lê ew dibêjin ku heta niha ti aliyekî navdewletî ew alîkarî pêşkêş nekiriye.