BESRA – 6 xwepêşander hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Besra ya Iraqê di dema xwepêşandanan de alozî derket û di encamê de 6 xwepêşander hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

 

Li Besrayê ji ber nebaşbûna xizmetguzariyan xwepêşandan û nerazîbûnên gel berdewam dikin. Îro Sêşem (04,09-2018) danê êvarî li Qada Erûse ya Besrayê xwepêşandanan dest pê kir.

 

Xwepêşanderan kuştina xwepêşanderekî şermezar kirin ku duh hatibû kuştin.

 

Di dema xwepêşandanan de çalakvan çûne nav avahiya parêzgariya Besrayê û agir berdane beşeke avahiyê.

 

Di vê navberê de polîsan gazên rondikrêj avêtine ser çalakvanan û ji ber vê yekê alozî zêdebûn.

 

Li gorî zanyariyan li nêzîkî avahiya parêzgariyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 6 xwepêşander hatine kuştin, 9 jê karmendên ewlekariyê bi giştî 25 kes jî birîndar bûn.

 

Berdevkê Wezaeta Navxwe ya Iraqê Sedî Meîn ragihand, ku li ser raspartina Serokwezîriyê klêkolîna derbarê bûyerên Besrayê de dest pê kiriye.

 

Meîn da xuyakirin, ku ew bikaranîna guleyên rast û teqekirina xwepêşanderan red dikin, herwiha ji xwepêşanderan jî xwest destdirêjiya malên giştî nekin.

 

Zêdetirî du mehane li parêzgeha Besrayê xelk ji ber kêmbûna xizmetguzariyan li dijî hikûmeta Iraqê xwepêşandanan dikin.