Raco mezintirîn navçeya herêma Efrînê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarokê Raco yê herêma Çiyayê Kurmênc a Rojavayê Kurdistanê, ji bilindahiya 585 metreyan xwe bi kenarê Çiyê de ber ve deştê de berdide.

 

Devera Raco, bi hejmara nişteciyên xwe, mezintirîn dever e ji nav her şeş deverên ser bi Efrîna navend ve. Bajarokê Raco li ser bilindahiyekê li naverasta Destşa Baliya dikeve û bi dûrahiya 25 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Efrînê ye.

 

Raco ji derdora 1200 malî pêk tê û temenê wî nêzî 400 salî ye û hejmara nişteciyên wê derdora 4100 kes in. Rûberê zeviyên Raco 630 hektar in û zeytûn, mêw û dexlûdan lê tên çandin. Sala 2005an, 25 guvaştekên zeytûnan li devera Raco hebûn Sala 2005an, 150000 darên zeytûnan ên nişteciyên Raco hebûn.

 

Li Raco stasyoneke kevin a tirênê ji sala 1911an ve hebû. 45 gundên mezin û 20 mezreyên biçûk ser bi devera Raco ve ne. Hejmara nişteciyên tevahiya devera Raco derdora 70 hezar kes in.

 

Li devera Raco, 53 dibistanên seretayî, 6 ên amadekarî û lîsayek hene. Rêjeya kesên xwende ji nişteciyên devera Raco %80 ye.

 

Niha ji koka 1200 malî, nêzî 700 malbatên kurd vegeriyane malên xwe. Li hember jî 400 malbatên ereb ji deverên cuda li Raco hatine niştecîkirin.

 

Piştî kontrolkirina bajarokê Raco ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, demografiyaya bajarok bi şêweyekî mezin hatiye guhertin. Piştî ku bajarokê Raco xwerû kurd bû, niha nêzî %40 ji nişteciyên wê bûne erebên hawirde.