Li Nisêbîn û Liceyê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Tirkiyê li 4 taxên navçeya Lice ya Amedê û herwiha li bajarokekî ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve qedexeya derketina derve ragihand.

 

Li 4 taxên Liceyê qedexe

 

Parêzgariya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, ku ji ber birêveçûna operasyonên leşkerî li navçeya Lice ya Amedê, li 4 taxên wê navçeyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

 

Li gorî daxuyaniyê qedexeya derketina derve ji saet 21.00ê şeva bihorî ve (03-09-2017) dest pê kiriye û dê heta derxistina daxuyaniyeke din ew qedexe berdewam be.

 

Parêzgariya Amedê herwiha diyar kiriye, ku qedexe li taxên Baglan, Dolunay, Yalaza û Çavundurê hatiye ragihandin.

 

Li gor daxuyaniyê, li herêm û taxên hatine qedexekirin bi beşdarbûna cerdevan û leşkeran operasyon berdewam dike.

 

HDP: Ragihandina qedexeyê piştî êrişa bo ser sivîlan hat

 

Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbey jî derbarê qedexeya li Licê li ser hesabê xwe ya Tiwîterê ragihand, ku helîkopterên artêşa Tirkiyê gule berdane gundiyên Licê û birîndar hene, û hêzên ewlekariyê rê nadin xelkê sivîl ku alîkariya birîndaran bikin.

 

Navenda Ragihandinê ya HPDê jî da diyarkirin, ku parêzgeriya Amedê piştî ku helîkopteran li gundê Mişrefa Licê du gundî birîndar kirin, qedexeya çûnûhatinê lê ragihand.

 

HPDê da xuyakirin, ku navên gundiyên birîndar Minîr Serîn û Celal Yildirim e, û tekez kir, ku hêzên ewlehiyê yên hikûmetê nahêlin, ku ambulans wan bibin nexweşxaneyê yan xelkê sivîl biçin hawara wan birîndaran.

 

Li Stilîl (Akarsu) ya Nisêbînê qedexe

 

li Stilîl ya ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve jî ji ber operasyonan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

 

Walîtiya Mêrdînê di daxyaniyekê de destnîşan kiriye, ku dê oparasyoneke berfireh li dijî gerîlayên PKKê li Stilîlê anku Akarsuyê were destpêkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya çûnûhatinê li Stilîlê ji demjimêr 01:30ê îro 4ê Îlonê ve dest pê kiriye û dê heta biryareke din ew qedexe berdewam be.