Urmiye dibe bajarekê geştiyarî ya navdewletî

Navenda Nûçeyan – Serokê Encumena Bajarê Urmiyê ragihand, heta sala 2020an, dê Urmiyê bibe bajarekê geştiyarî ya navdewletî. Ji bo vê armancê jî plan amade kirine da ku piştgirî bidin sermayeya navxwe û ya biyanî.

 

Serokê Encumena Yrmiyê Resûl Esxerzade da xuyakirin: “Armanca me ew e, ku heta sala 2020an, Urmiye bikin bajarekî geştiyarî û kûltûrî ya navdewletî. Ji bo gihiştina vê armancê, navendeke taybetî ya sermayeguzarî û geştiyariyê dê were damezrandin.”

 

Yek ji xala ku Urmiye giringiyê dide, geştiyariya pizîşkî ye. Hersal ji welatên derdorê hejmareke zêde ya geştiyaran bi armanca çareseriya pizîşkî û dermanan serdana Urmiyê dikin.

 

Li bi tevê vê yekê jî pirsgirêka bûdceyê ya Şaredariya Urmiyê heye. Ji ber vê yekê şaredariyê nekariye ev çend meh in meaşê karker û karmendên xwe bide.

 

Dabînkirina bûdceyê li ser pişta şaredariyê de ye. Lê jiber şikestina bazara xanî û avahîsaziyê, şaredarî nikare bûdceyê peyda bike û karên xwe bimeşîne.

 

Vê zivistana derbasbûyî Serokê Şaredariya Urmiyê eşkere kir, ku şaredariya wan 110 milyar tûmen (33 milyon dolar) denydanê belênder û bankayan e.