Cerablus - Peyama PYDê bo Enqerê

Silêmanî (Rûdaw) – Nûnerê Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) li Herêma Kurdistanê Xerîb Heso ragihand, Tirkiye hêzeke biyanî ye ku ketiye nav axa Sûriyê û tekez kir, ku Enqere dixwaze Sûriyê parçe bike.

 

Nûnerê PYDê yê li Herêma Kurdistanê Xerîb Heso îro yekşemiyê serdana ofîsa Parlamentoya Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir û bi Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed re civiya.

 

Xerîb Heso piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de axivî.

 

Heso ragihand: “Projeya me ya federal heye, di çarçoveya welateke demokratîk de, em têkoşînê û xebatê dikin û hemû pêkhate jî bi vê yekê re alîkar in û tê de şirîk in.”

 

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê destnîşan kir, di demekê de ku ew li ser axa xwe ne û bo parastina axa xwe têkoşînê dikin, Tirkiye weke hêzek ji derveyî sînorê tê û hesabê parastina axa Sûriyê ji wan dixwaze.

 

Xerîb Heso di vê bareyê de wiha axivî:

 

“Di demekê de ku pêşkevtinek wisa çê dibe, Tirkiye tenê dibêje, ku wa Sûriyê parçe dikin, gelo ez parçe dikim, an jî tu parçe dikî. Tu hêzeke derveyî sînor e û ez xelkê wê axê me, xwediyê axê me, ezê axê biparêzim, vê coxrafiyê biparêzim, û bo parastina Sûriyê têkoşîn tê kirin. Lê ew ji derve tên, desterdan li sînor kirine û hesabê axa Sûriyê ji me dixwazin.”