Li Amedê operasyona fihûşê: 7 kes hatin girtin

04-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Fihûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê di operasoneke fihûşê de 7 kes hatin girtin û bi bihayê 10 milyon lîreyan dest danîn ser mal û milkên 6 kesan.

Li Amedê li hemberî çend navendên fîzyoterapiyê, salonên masaj û ciwankariyê bi tohmeta fihûşê operasyonek hat lidarxistin.

Di encama operasyonê de 10 kes hatindesteserkirin.

Herwiha ew salonên masaj û ciwankariyê hatin girtin û cezayên giran ên malî li wan hatin birîn.

Li aliyê din, piştî îfadeya kesên hatine desteserkirin 7 ji wan hatin girtin, 3 ji wan jî bi mercên kontrola edlî hatin berdan.

Di encama lêkolîna de bi bihayê 10 milyon û 700 hezar lîreyî dest danîne ser mal û milkên 6 kesan ku di nav de daîre, otomobîl û hesabên wan ên bankan jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst