Li Erzinganê otobusa rêwiyan wergeriya: 14 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gercanê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya, 14 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku îro li navçeya Gercanê li ser rêya sereke ya Erzingan - Sêwazê, otobuseke rêwiyan ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di bûyerê de 14 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gercanê.

Lê belê heta niha ti zanyariyên din derbarê tenduristiya birîndaran de nehatine belavkirin.