Cenazeyên 7 gerîlayên HPGyê birin Nexweşxaneya Şirnexê

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 7 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku wan li parêzgeha Şirnexê di şer de canê xwe ji dest daye birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, termê 7 endamên HPGyê yên li bejahiya Şirnexê di şer de canê xwe ji dest da, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeyên Elkê û Qilebanê û navenda Şirnexê operasyonên leşkerî û şerê di navbera baskê çekdar ê PKKyê Hêzên Parastina Gel (HPG) û artêşa Tirkiyeyê de berdewam e.

Li Qilebanê 11 herêmên ku ji 27ê Tîrmehê ve hatine qedexekirin bê navber tên bombebarankirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî roja 31ê Tîrmehê ragihandibû ku di operasyona artêşa wî welatiyê ya bejahiya navçeya Qilabanê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Cenazeyên 7 gerîlayên HPGyê yên ku di dîrokên cuda de û li cihên cuda canê xwe ji dest daye birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.