HSD: Di êrişa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên me canê xwe ji dest da

04-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Tirkiye Êriş Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bajarê Qamişloyê di êrişa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li bajarê Qamişloyê de daxuyaniyek da.

HSDyê diyar kir ku Tirkiyeyê êrişî fermandar û şervanên wan kir.

Di daxuyaniya xwe de HSDyê got: “Tirkiyeyê bi balafireke bêmirov, êvara pêncşemê saet 19.15an otomobîla ku tê de 6 fermandar û şervanên me hebûn li ser rêya gundê Hermê Şêxo yê Qamişloyê bombebaran kir.”

Li gor daxuyaniyê wan şervan û fermandaran destûr wergirtibû û wan berê xwe dida malên xwe lê di encama êrişê de 4 şervanan canê xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn.

Şervanên ku canê xwe ji dest daye ev in: Aram Mihemed Îbrahîm, Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Berzan Mistefa Şêxmûs.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst