Şaredarê nû yê Xinûsê hat hilbijartin

04-08-2023
Nîşan Xinûs Erzerom Şaredarî Serdal Şan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê Serdal Şan bû şaredarê nû yê navçeya Xinûsa Erzeromê.

Li navçeya Xinûsê ya Erzeroma Bakurê Kurdistanê, piştî ku Şaredar Erdogan Eren canê xwe ji dest da di nav Meclîsa Şaredariyê de hilbijartin hat kirin.

Şaredarê Xinûsê Erdogan Erenê ku di bernameya 15ê Tîrmehê de celteya dil lê dabû, roja 25ê Tîrmehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Duh di nav Meclîsa Şaredariyê de ku 9 endamên AK Partiyê, 5 endamên HDPyê û endamekî MHPyê hene ji bo diyarkirina şaredarê nû hilbijartin hat kirin.

Di hilbijartina ku berbijêrê AK Partiyê û HDPyê pêşbazî kirin de Serdal Şan bi 10 dengan weke şaredarê nû yê Xinûsê hat hilbijartin.

Berbijêrê HDPyê jî 5 deng wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst