Projeya kişandina avê ji Amûdê ji bo Hesekê dest pê kir

04-08-2023
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Heseke Amûdê Projeya Avê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê ragihand ku ew dê avê ji gundewarê Amûdê ber bi Hesekê ve bikşînin.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê Silêman Ereb eşkere kir ku wan dest bi projeyê kiriye.

Li gorî projeyê, dê avê ji başûrê bajarê Amûdê bi rêya xeta Sinceq Sedûn-Kendûrê bibin Hesekê.

Bi gotina Silêman Ereb, ev proje li vê navçeyê ya yekemîn e û gelekî girîng e.

Silêman Ereb diyar kir ku aliyên wê ên mirovî, aborî û civakî hene û armanca wê ew e ku avê bigihîne zêdetirî milyonek kesî li Hesekê û gundê li ser wê xetê.

Hewlên Rêveberiya Xweser

Silêman Ereb behsa hewlên Rêveberiya Xweser kir û got:

“Ev demek e Rêveberiya Xweser hewl dide ku jêderên din ên avê ji xelkê re peyda bike. Piştî gelek nirxandinên ku ji aliyê navendên lêkolînan û saziyên avê yên Rêveberiya Xweser ve hatine kirin diyar bû ku li herêma başûrê Amûdê av heye.

Piştî temamkirina lêkolîn û nirxandinên pêwîst, erêkirina Rêveberiya Xweser Ii ser projeyê, me destpêkirina qonaxa yekemîn a projeyê radigandiye.”

“Bandor li ava Amûdê nabe”

Silêman Ereb  herwiha got ku ew xelkê navçeya Amûdê piştrast dikin ku ev proje bandorê li ser bîrên wan û ava vexwarinê nake ji ber ku bi awayekî zanistî hatiye kirin.

Qonaxên projeyê

Li gorî Ereb proje dê li ser 4 qonaxan bin:

-Qonaxa yekemîn: Kolana 20 bîrên ku kûrahiya wan 500 metre ye.

-Qonaxa duyemîn: Projeya avakirina stasyona derxistina avê ye ku ji 6 hilmijan û hewzeke 5 hezar metrekub pêk tê.

-Qonaxa sêyemîn: Anîna elektirîkê ji Amûdê bi rêya torekê.

-Qonaxa çaremîn: Kişandina avê bi dirêjahiya 62 kîlometreyan.

Li gorî pêşbîniyan lêçûna projeyê 18 milyon dolar e.

Ereb got: “Proje di çarçoveya stratejiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo piştgiriya projeyên avê û ragihandina bajarê Hesekê wek bajarekî karesatî ye, hate ragihandin."

Derbarê nirxandina projeyê de Ereb jî got:

"Ev nirxandin ji aliyê pirspor û endezyarên jeolojiyê yên saziyên Rêveberiya Xweser ve hatiye amadekirin. Em agahî didin we ku ev proje bandorê li hewza avî û bîrên li herêmê nake.

Herwiha em spasiya Şaredariya Sineq Sedûn û Komîteya Zanistî dikin li ku cihê xwe di vê nirxandinê û projeyê de girtin. Em hêviya serkeftinê ji Rêveberiya Xweser, cîhana çavdêr, şîrket û karmendên ku dê di vê projeyê de bixebitin dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst