Li Mûşê çenteyekî biguman hat teqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, duh bi şev çenteyekî ku li kêleka rê hatibû danîn bi gumana ku bombe tê de hebe hat teqandin.

Li çarrêya Kolana Stasyonê ya li ser rêya Mûş-Bêdlîsê çenteyek li kêleka rê hat dîtin ku nehat zanîn yê kê ye.

Li ser agahdarkirinê polîs çûne cihê bûyerê û wan rêya Mûş-Bêdlîsê ji çûn û hatinê re girt.

Piştî ku tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin tîmên Şaxa Lêkolîn û Jinavbirina Bombeyan a Rêveberiya Ewlekariya Mûşê, çente teqandin.

Ji çenteyê ku hat teqandin cilûberg derketin.

Piştî teqandina çente rêya Mûş-Bêdlîsê careke din ji çûn û hatinê re hat vekirin.