Li Sêwazê jinek û mêrek di otomobîlekê de kuştî hatin dîtin

04-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sêwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yildizeliyê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê jinek û mêrek di otomobîlekê kuştî hatin dîtin.

Li gor zanyariyan li nêzîkî gundê Emîrlerê yê navçeya Yildizeliyê gundiyan li ser rê di otomobîleke parkkirî de cenazeyên jinekê û mêrekî dîtin ku her du jî ji sînga xwe bi çekê hatine kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku ew cenaze yên welatiya bi navê S.K (24) û welatiyê bi navê O.G (34) ne.

Cenazeyên her du kesan ji bo karûbarên otopsiyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê yê Yildizeliyê hatin birin.

Tîmên cendermeyan li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Li aliyê din Qeymeqamê Yildizeliyê Altay Karada, bi şaredarê navçeyê Mehmet Sabît Karakaş re çû cihê bûyerê û li ser bûyerê ji aliyên peywendîdar zanyarî wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst