Amed: Gamêş ji ber germahiya zêde xwe di golê de hênik dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yenişehirê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê germahî zêdetirî 40 pileyan e. Gamêş jî ji ber germahiyê xwe di golê de hênik dikin.

Li  gundê Alpûyê yê navçeya Yenişehirê gamêşên gundiyan ji ber germahiya zêde rojê 5 demjimêran di nava golê de dimînin.

Ajeldar Nesîh Atli got, “Av nebe gamêş nikarin di vê germahiyê de bijîn. Eger ev germahî, germahiyeke wekî ya Amedê be.”

Li gund 350 gamêş tên xwedîkirin. Berê gol bikêr nedihat ku gamêş xwe tê de hênik bikin.

Çend gol ji bo gamêşan çêkirin

Li ser daxwaza gundiyan aliyên peywendîdar çend gol ji bo gamêşên wan çêkirine.

Ajeldar Nesîh Atli diyar kir ku 2 golên nû hatine çêkirin û got, “Goleke kevn jî hebû û ew jî hat nûjenkirin. Ew sala borî hatibû çêkirin lê îsal xitimî. Hefteyek, 2 hefteyên din dê careke din bê pakkirin. Bi saya van golan ajel xwe hênik dikin.”

Gamêş demjimêrên herî germ ên rojê di nava ava golê de dimînin. Piştî wê jî bixwe radibin û diçin çêrê.

Ew fêrî vî karî bûne û dema ku germ dibin yekser berê xwe didine golê.

“Ew demjimêra xwe dizanin”

Ajeldar Nesîh Atli diyar kir ku ew rojê carekê tên vê derê û got:

“Bi giştî demjimêr derdora 10an heta 11an tên û derdora 15.00an radibin û diçin çêrê. Ew demjimêra xwe dizanin.

Eger dema wan hat berê xwe dizivirînin û bi otomotîkî tên dikevine nav avê. Qet naçin vî alî û wî alî, yekser xwe dixin nav avê.”

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Amedê li seranserî bajêr 17 hezar û 683 gamêş hene.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Amed piştî bajarê Samsunê di xwedîkirina gamêşan de di rêza duyem de ye.