Hate îdiakirin ku berpirsekî PKKyê li Şingalê canê xwe ji dest daye

04-08-2023
Nîşan PKK Şingal MİT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa fermî ya Tirkiyeyê îdia kir ku di êrişeke MÎTê a li Şingalê de berpirsê veguhestin û lojîstîkê yê PKKyê Yilmaz Bayram canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya ajansê de hat angaştkirin ku MÎTê bi rêya sîxûrên xwe yên herêmê, berpirsê veguhestin û lojîstîkê yê PKKyê Yilmaz Bayramê ku nasnavê wî Egîd Gever e li herêma Şingalê şopandiye.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê li ser dîroka êrişê ti agahî nedan û angaşt kir ku di ancema êrişa wan a li Şingalê de Yilmaz Bayram canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, PKKyê berê ragihandibû ku Yilmaz Bayram, sala 2022yan li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî ragihandina PKKyê, Egîd Gever sala 2010an tevlî refên PKKyê bûye û li gelek navçeyên cuda maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst