Li Agiriyê kesek kuştî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li kêleka rê cenazeyê kesekî hat dîtin.

Li ser rêya Qesra Îshaq Paşayê kesên dîtin ku Bariş Daşdemir li erdê bêhereket radizê  Navenda Bangewaziya Acîl a 112an ji rewşê agahdar kir.

Ekîbên polîs û tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê û tesbît kirin ku Bariş Daşdemir jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê B.D rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.

Di encama otopsiyê de derket holê ku bi çekê gule berdane Bariş Daşdemir.

Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.