Li Wanê 2 zarok di golê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarok di golê de xeniqîn.

Li gundê Çibuxliyê yê Qelqeliyê, duh Yusuf Bulutê 15 salî û Mahsum Ozbeyê 16 salî ji bo avjeniyê ketin gola li gund û piştî demekê di golê de wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên tîmên lêgerînê de termê Yusuf Bulut û Mahsum Ozbey ji golê hatin derxistin.

Termê her du ciwanan birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Wanê.