Hêviyên Dayikên Roboskî ji Kiliçdaroglû çi ne?

04-08-2022
RÛDAW
Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ligel malbatên Roboskî ye / Wêne: Abdulselam Akincî / Rûdaw
Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ligel malbatên Roboskî ye / Wêne: Abdulselam Akincî / Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Roboskî ku îro li gundê xwe mazûbaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglû dikin, dibêjin ku êşa wan weke roja ewil û ew daxwaza edaletê dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro serdana gundê Roboskî yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê  dike ku  di sala 2011ê de 34 kes ji wî gundî ji aliyê Artêşa Tirkiye ve hatibûn komkujkirin.

Ligel Kiliçdaroglu, hevjîna wî Selvi Kiliçdaroglu, Şêwirmendê Serokê Koordînasyona Giştî yê CHPê Erdogan Toprak û Parlamenterê CHPê yê Enqereyê Levent Gok amade ne.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ku ji bo şopandina serdanê li Roboskî ye, amaje bi wê yekê kir ku Kiliçdaroglu di demên dawî de serdana gelek bajarên herêmê kiriye.

Serokê Giştî yê CHPê di deşa ddaletê ya sala 2017an de bi malbatên Roboskî î re hevdîtin pêk anîbû, lê ev cara yekemîn e Kiliçdaroglu diçe Roboskî.

Dayikeke qurbaniyên komkujiya Roboskiyê dema mîkrofona Rûdawê dibîne, çavê xwe digre û devê xwe vedike û gilî û gazinên salan dide ser hev.

Dayîk dibêje: “Ma Kurd ne hemwelatiyên vê dewletê ne, ka çi ji me re kirine, ciwanên me tev bêkar in; ên ku têne kuştin, têne kuştin, ên din jî hemû bêkar in û li malê dirêjkirî ne. Hikûmet ji bo zarokên me derfetên kar çênake. Ew di nava sînorên Tirkiyê de ne, lê hikûmetê ji bo wan ti bername nîn e ku ew bikaribin debara jiyana xwe pê bikin, 5 lîre di bêrîka gêncan de nînin.”

'Em ji bo Roboskî edaletê dixwazin'

Halîme Encû ku ligel kurê wê yê bi navê Serhat Encû 11 kes ji malbata wê di bombebarana Roboskî de hatin kuştin, ji Rûdawê re wiha got: “Gelek pirsgirêk û êşên me hene. Eger em hefteyek ji we re bêjin, ew pirsgirêk dê neqedin. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin kesên ku ev kirine bên cezakirin. Em dê vê ji Kiliçdaroglu re jî bibêjin. Ev 11 sal in em hêj cilbûbergên reş lixwe dikin.”

Halîme Encû, diyar kir ku kurê wê Serhat Encû hêj ne 17 salî bibû û got: “Kurê min ê din Velî Encû bavê 3 zarokan e. Bê sedem girtin, niha şandin Samsûnê, ez nikarim serdana wî bikim. Zarokên wî her gav pirsa bavê xwe dikin.”

Dayika Aslan Encû jî got: “Me nekarî parçeyên Aslan jî bibînin. Em hê jî êşa wê rojê dijîn. Zarokên me yên mayî jî dikujin. Em edaletê dixwazin. Kurê min leşkeriya xwe qedandibû û hatibû.”

Dayika Encû got jî, “Divê dewlet li me xwedî derkeve, çima ev yek tê serê ciwanên me? Em dê van tiştan bibêjin, em li edaletê digerin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst