Asayişa Rojava li nav kampa Holê tunelên DAIŞê dîtin

04-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayişa Rojava Kampa Holê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Aayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê duh li nav kampa Holê ya li nêzîk bajarê Hesekê xendek û tunelên şaneyên nihênî yên çekdarên DAIŞê dîtin, ku piştî kiryarên kuştinê yên li nav kampê xwe têde vedişartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) duh Çarşembê 3ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan li nav kampa Holê ku 40 kîlometreyan ji rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dûr e, hin xendek û tunelên DAIŞê dîtine.

Li gor daxuyaniyê, şaneyên nihênî yên DAIŞê piştî tawanên xwe yên li nav kampê, ji bo revê û xweveşartinê ew tunel bikaranîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Piştî ku derbarê veşartgehên endamên DAIŞê yên li kampa Holê agahî ji hêzên me yên ewlekariyê re hatin, hêzên me îro Çarşembê 3ê Tebaxê, xendeqên ku şaneyên razayî yên DAIŞê piştî kuştina şêniyên hundirê kampê ji bo veşartinê bikartînin dîtin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku hêzên wan bêyî ku ti kesî tê de bibînin avêtine ser tunelan û ew bi axê tije kirine.

Ji destpêka sala 2022ê ve û heta 3 Temûza bihorî, li nav kampa Holê 24 kes hatine kuştin, ku 6 ji wan Iraqî, 9 Sûrî, 7 jinên nenas, perestarek û zilamekî nenas in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst