Kiliçdaroglu: Heta Roboskî neyê zelalkirin gerdenazakirin nabe

04-08-2022
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Komkujiya Roboskî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gundê Roboskê ragihand ku divê bûyera 2011an a li wî gundî qewimî ye were zelalkirin û got: “Heta Roboskî neyê zelalkirin gerdenazakirin nabe.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro li gundê Roboskê yê ser bi parêzgeha Şirnexê ve bû. Taybetmendiya wî gundî ew e ku sala 2011an, balafirên artêşa Tirkiyê 34 kes ji wî gundî bombebaran kirin ku gelek ji wan hîna zarok bûn.

Kemal Kiliçdaroglu li gel hevjîna xwe, li gel malbatên qurbaniyan civiya û guh da gilî û gazinên wan. Piştre  li Roboskiyê di kongreyeke rojnamevaniyê de behsa serdana xwe ya ji bo wî gundî kir. Kiliçdaroglu got, ew ji bo ku soza anîn û bicîhkirina dadperweriyê çûye wî gundî û divê bûyera Roboskiyê bê zelalkirin.

 Kiliçdaroglu diyar jî kir ku li Tirkiyê sîstema dewletê êdî riziya ye û divê ji nû ve bê avakirin.

Serokê Giştî CHPê wiha axivî: “Roja 28ê Berfanbara 2011an li vir bûyereke gelek biêş qewimî. Me 34 zarokên xwe ji dest dan, 18 ji wan di bin temenê 18 saliyê de bûn. Ev êş hê jî bi nekewî ye. Eger dadwerî bê welat divê ev êş bê kewandin, divê buyer bê zelalkirin. Ez hatime vir bo ku soz bidim dê vê bûyerê zelal bikim. Divê dadwerî hebe û buyer bê zelalkirin. Piştî ku buyer zelal bû gerdenazakirin dibe. Ez dizanim ku qurbanî venagerin û em hemû jî dizanin, lê divê bi rengekê êşên dayikan bên kewandin. Dayik hê jî bi êşa zarokên xwe dijîn û daxwaza dadweriyê ji me dikin, em jî dê wê dadweriyê pêk bînin û ev yek erka me ye. Eger dadwerî pêk bê, wê demê di nav civakê de hevhembêzkirin, aramî û aştî dê pêk were. Berevajî wê, agirê di dilê dayikan de venamire.”

Kiliçdaroglu berî niha li ser komkujiyên weke Roboskî, Mereş û Sêwasê de gotibû, ew dê ligel malbatên qurbaniyên wan komkujiyan bicive û helaliyê ji wan bixwaze. Lê serokê CHPê behsa komkujiyên di dema desthilata partiya xwe de bi serokatiya Mistefa Kemal Ataturk nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst