Li Amedê hişkkirina bacanên sor dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hişkkirina bacanên sor ango firingiyên li herêma Qerejdaxê tên çandin dest pê kir.

Îsal cotkarên devera Qereçdaxê li ser rûberê 4 hezar û 226 donim erd bacanên sor çandibûn. Niha demsala çînîna wî berhemî destpêkiriye, lê cotkar  berhemê xwe bi piranî hişk dikin û bi vî awayî difiroşin çar aliyên cîhanê.  Bi gotina wan ev şêwaz bo bazara wan bi sûdtir e.

Berhemhênerê Bacanên Sor Hamit Aslan dibêje: “Me berê hertim difikirî ku em dê çawa bacanên xwe bifiroşin, me digot gelo dê sibê xwediyê otomobîlê yan bazirgan bê. Yan dê bê firotin. Lê niha yekem karê me sibehan ew e ku em karkerên xwe dibin nav bexçe ji ber ku bacanên me hatine firotin û firotina wan bi vî awayî garantî ye. Ez pêşniyarî herkesê dikim.”

Bacanên ku karker ji bexçeyan diçinin, bi otomobîlan dibin zeviyên vale. Piştre tên kerkirin û xwê kirin.  Piştî ku 4 rojan li ber tavê dimînin bo firotinê amade dibin û bi rêya kompanyayan bo welatên derve tên hinardekirin. Ev kar ji bilî xelkê navçeyê û berhemhêneran bo  karkerên parêzgehên derdorê jî bûye deriyekê dahatê.

Kerkera ji Rihayê Kubra Çetraz jî got: “Ez li Çewligê zanîngehê dixwînim. Ez havînan ji bo kar têm vê derê daku dahatekê li malbata xwe zêde bikim. Em berê diçûn Manîsayê daku 2 mehan kar bikin ji ber ku li vir derfetên kar nebûn lê piştre ji ber ku ev der nêzîktir e em îsal hatin vê derê.”

Cotkarên navçeyê pêşbînî dikirin ku îsal ji bexçeyên xwe 35 hezar ton bacanên sor biçinin û ji wan jî 2 hezar û 500 ton bacanên hişkkirî berhembînîn, lê bi gotina wan îsal teyrokê bandoreke nerênî li bexçeyên wan  kiriye û berhemê wan ji sedî 40 kêm bûye.