Aydin Merûf: Beşdariya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê di asteke baş de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê Balyozê Tirkiyê yê Iraqê, derbarê postên ku bi Tirkmenan tên dan, gazin ji berpirsên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribiûn û gotibû, “Ew dikarin di nav kotaya ku bo wan hatiye diyarkirin de tevbigerin, ev ne bes e.” lê Aydin Merûf ku Wezîrê Herêmê ye, tekez, ku beşdariya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê di asteke baş de ye û rewşa wan gelek baştir e ji rewşa wan a li Iraqê.

Ali Riza Guney ragihand, Tirkmen li seranserî Iraqê ji aliyê hejmarê ve sêyem pêkhateya netewî ya resen e û li Herêma Kurdistanê jî duyem pêkhateye, lê bi dirêjahiya dîrokê li vê navçeyê berdewam rûbrûyî stemê bûne.

Ali Riza Guney, Balyozê Tirkiyê yê Iraqê, dibêje, “Heya çi astekê rewşa Tirkmenan li Herêma Kurd li Iraqê li berçav hatiye girtin. Me îro serdana birêz Aydin Meruf kir. Tenê wezîrek me heye. Bo nimûne Kurd ji aliyê hejmarê ve duyem pêkhateya netewî ye li Iraqê, çend wezîrên Kurd hene? Hejmara wan gelek zêde ye, baş e li navçeya Herêma Kurdî, Tirkmen ku pêkhateya duyem in, çend wezîrên wan hene?, yek wezîrê wan heye. Ew dikarin di nav kotaya ku bo wan hatiye diyarkirin de tevbigerin, bi we ev bes e? Di demekê de ku em qala pêkhateyekê dikin ku duyem e li vê Herêmê û li gel Kurdan bi biratî bi hevre jiyane, ev ne bes e.”

Li Herêma Kurdistanê 5 kursî ji 111 kursiyên Parlamantoyê, bo Tirkmenan hatine danîn.

Wê pêkhateyê di kabîneyên derbasbûyî de postên xwe hebûn: niha jî sekreterê parlamentoyê û wezîrek  Tirkmen e û di Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de jî beşdar in û postên wan hene.

Aydin Merûf, Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku hevdem endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Bereya Tirkmenan ya Iraqê ye, di wê bawerê de ye ku mafê Tirkmenan li Herêma Kurdistanê nehatiye binpêkirin.

Aydin Merûf, Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan, dibêje, “Beşdariya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê di asteke baş de ye. Di proseya siyasî de beşdar in, li Parlamentoya Kurdistanê, li Serokatiya Parlamentoyê û di heman demê de di Encûmena Wezîran de nûnerê netewa Tirkmen heye û ev girîng e. Eger em rewşa li Herêma Kurdistanê bidin ber rewşa li Iraqê, di warê maf, di warê beşdariya pêkhateyan de, taybetî pêkhateyên Tirkmen, Kildan û Asûrî, Hewlêr li pêş Bexda ye û ev gelek girîng e. Beşdariya pêkhateyan li Herêma Kurdistanê bi awayekî aktîv, gelek girîng e.”

Beşeke wê hevpeyvînê karvedan li cem hinek aliyên Iraqî çêkir û Endamekê Nivîsîngeha Siyasî ya Rewta Hîkme rexneyan li balyozê Tirkiyê dike û dibêje: Mafê Tirkiyê tine ye gotinan li ser pêkhateyên Iraqê bike û eşkere ye mafê pêkhateyan di destûrê de hatiye dabînkirin û tê parastin jî

Rehîm 'Ebûdî, Endamekê Nivîsîngeha Siyasî ya Rewta Hîkme, dibêje, “Destwerdan û axaftina li ser mafê pêkhateyên Iraqê peywendî bi Tirkiyeya cîran ve tine ye, ewqas bi bi gel û Hikûmeta Iraqêve  girêdaye. Di proseya siyasî ya Iraqê de tekez li wê hatiye kirin, pêkhateya Tirkmen pêkhateyek bi rêz e; mafê û erkê li ser milê   xwe heye. Ji ber vê pêwîstiya me  bi ti kesêkê tine derbarê Turkemenan de şîretan li me bike yan rê nîşanî me bide.”

Roja 12 Çileya 2020ê Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya hejmara 13ê ya asayî de projebiryara Helkeftên Fermî yên Neteweya Tirkmen anî ber dengdanê û bi dengê 73 parlamenteran hate pesendkirin û bi fermî roja 25ê Sibatê her sal bi Roja Rojnamegeriya Tirkmenî hate naskirin.

Herwiha 17ê Mijdarê salvegera vekirina dibistanên Tirkmenan li Hewlêrê û Kifrî, bi roja Ziman û Kultura Tirkmenan tê hejmartin.