Li Hesekê piraniya malan enerjiya rojê bikar tînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê xelkê berê xwe daye eenerjiya rojê û rojane bi giştî li 30 ta 35 malan sîstema enerjiya rojê tê danîn.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa xerab a elektrîkê piraniya xelkê berê xwe daye sîstema enerjiya rojê.

Li bajarê Hesekê li ser banên piraniya malan ev sîstem hatiye danîn û firoşyarekî wê sîstemê jî ji Rûdawê re ragihand, ew bi xwe tenê rojane bo du malan wê sîstemê cîbicî bikin.

Endazyarekî taybet bi enerjiya rojê ji Rûdawê re tekez kir ku li Hesekê bi giştî rojane 30 heya 35 malan sîstema elektrîka rojê datînin.

Tîma Rûdawê serdana malekê kir ku enerjiya rojê bikar tîne û ew malbat pêniyaz dike ku xelk vê sîstemê bikar bînin ji ber ku ziyana wê nîne û dosta jîngehê ye.

Rewşa elektrîkê xerab e

Li aliyê din asta ava çemê Feratê zêdetir 50 ji sedî kêm bûye û ev jî bê guman bandoreke rast rast li ser rewşa elektirîkê dike.

Li Rojava elektirîka niştmanî tenê derdora yek saet heye û li gelek taxan miwelîde 8  saetan heye. Li hinek taxan jî miwelide nîne.

Taxa Mehmeqeya ya bajarê Qamişlo jî yek ji wan taxan e ku dema çend salane bê elektrîka miwelideyan e.

Beşek ji xelkê wê taxê ji Rûdawê re ragihandin ku ev dema sê heya çar salan e ew bê elektrîka miwelideyan e.

 

 

Rûniştvanekî wê taxê dibêje, wî serdana şaredariyê kiriye lê heya niha bê sûd bûye û amaje bi wê yekê dide, ew malên ku elektrîka wan heye, wan bi xwe ji xwe re kirîne lê kesên ku rewşa wan ya darayî xirab be û nikaribe miwelideyan bikire, bê elektrîk dimînin.

Beşek ji xelkê dibêjin, bi şev dûpişk hene, ew nikarin xwarinê zêde çêbikin û ji ber ku hemû tê avêtin û xelk daxwaz dike ev pirsgirêka elektrîkê bê çareserkirin.

 

 

Tevî pêkanîna projeya danîna torbînên din li herdu wêstgehên Siwêdîkê û Rimêlanê, ku ew mezintirîn jêderên kehrebeyê ne li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, lê rewşa kehrebeyê hîn xerabtir bû, û demjimêrên dana kehrebeyê kêmtir bûn.

Desteya Enerjiya Rêveberiya Xweser ragihand, ku bi sedema bayê bi hêz, hindek burcên kehrebeyê ketine, lewma li seranserî herêma Cizîrê demjimêrên dana kehrebeyê kêm bûne.

Piştî ketina hejmareke burcan li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li bajarên Qamişlo û Hesekê, rêjeya qutbûna kehrebeyê ji %90 kêm bûye.

Desteya Enerjiyê berî mehekê ragihandibû, ku ewê rojane 12 demjimêran kehrebeyê bidin, lê li hin taxên Qamişlo û Hesekê, kehrebe bi temamî qutkirî ye, û ji 24 demjimêran, tenê 1-2 demjimêran tê dayin.

Demsal havîne û pêwîstiyeke zêde ya xelkê bi kehrebeyê heye, lewma xelk berê xwe didin bikaranîna kehrebeya muwelideyên taybet ku tenê 8 saetan heye, yan jî ber xwe didin bikaranîna tabloyên enerjiya rojê ku ji ber ku lêçûna siwarkirina wê ji bo dana 5 ampêran 1000 dolar e, ku pêdiviya wê bi sotemeniyê tune ye

Sala 2020ê i herêma Cizîrê pêdivî bi 60 mêgawat hebû lê li gor Desteya enerjiyê tenê 50 mêgawat dabîn dibû.

Sala 2021'ê piştî ku Tirkiyê herikîna ava çeman kêmtir kir, rêjeya dayina kehrebeyê li seranserî herêma Cizîrê  55% daket