Tirkiyê gundekî Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir

04-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro berî nîvro firokeyeke cengî ya Tirkiyê du caran sînorê gundê Gellale li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir. Qaymeqamê qezaya Mawetê jî dibêje, ji ber bombebaranê rûbereke mezin ji zewiyên çandiniyê û mêrg şewitîne.

Qaymeqamê qezaya Mawetê, Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand, bombebaran derdora demjimêr 11:00ê berî nîvro bûye û diyar kir, “firokeyeke Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê du caran sînorê gundê Gellale û deşta Jaşolan bombebaran kiriye.”

Hevwelatiyekî gundê Gellale ku Rûdaw li ser daxwaza wî navê wî belav nake, wêneyê bombebaranê ji Rûdawê re şandiye. Heman welatî dibêje, cihê bombebaranê nêzîkî gund bûye û tekez dike, “beşek ji xelkê gund paşê çûne cihê bombebaranê daku agirê berbûye pûş û rezên li navçeyê vemirînin.”

Têkildarî zirarên bombebaranê, qaymeqamê qezaya Mawetê dibêje, “ti zirarên canî nebûne, lê belê rûbereke berfireh ji erdên çandiniyê yên xelkê şewitîne.”

Agirê ku li pûş û giyayê derdora gund ketiye, hêj jî nehtaiye kontrolkirin.

Gundê Gellale bi qasî 25 kîlometran ji navenda qezaya Mawet a Şarbajêr dûr e. Mawet ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye û 50 kîlometran ji navenda Silêmaniyê dûr e.

Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyonek bi navê Çengê Baz û di 17ê Hezîranê de jî operasyonek bi navê Çengê Piling, li dijî PKKê û di nav axa Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin ku heta niha jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst