Amnesty: Girtiyê Kurd ê îşkencekirî li Îranê 'li ber xetera darvekirinê' ye
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) derbarê egera darvekirina girtiyekî siyasyî yê Kurd ji aliyê Îranê ve ku di jêr îşkenceyê de bi sîxûriyê hatiye tometbarkirin, hişyarî da.
Amnesy roja Duşemê ragihand, egera cîbicîkirina biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Erselan Xodkam ku di 14ê Tîrmeha 2018 de cezayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin, heye.
Amnesty ragihandiye, Erselan Xodkam di “dadgeheke nedadperwer” de ku tenê 30 xûlekan dom kiriye, bi “sîxûriyê” hatiye tometbarkirin.
Rêxistina Lêborina Navdewletî dibêje, ew girtiyê Kurd di jêr “îşkenceyê” de hatiye neçarkirin ku li dijî xwe îtîrafan bike û dadgehê jî li ser esasê wan îtîrafan biryara darvekirinê bi ser wî de sepandiye.
Amnesty tekez dike, ku Erselan Xodkam ji mafê diyarkirina parêzerekî bo xwe bêpar bûye û ji bo rawestandina biryara darvekirina wî girtiyê Kurd banga rêkarên bilez kir.
Amnesy herwiha destnîşan kiriye ku bikaranîna cezayê darvekirinê bo tometa sîxûriyê bi xwe jî, binpêkirina hiqûqa navdewletî ye. Amnesty herwiha ragihandiye, di meha Gulanê de ji malbata Xodkam re hatiye gotin, ku ew dikare di her demekê de were darvekirin.
Erselan Xodkam 47 salî û xelkê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji aliyê Îranê ve hatiye tometbarkirin, di demekê de ku weke efserekî pilenizim bo Supaya Pasdaran a Îranê kar kiriye, ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku grûpeke dijbere a Îranê û li Başûrê Kurdistanê ye, sîxûrî kiriye.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de dibêje, ew girtiyê Kurd bi tevahî tometên li ser xwe red dike û tekez dike, di salên 80î de ew ji PDKÎ cuda bûye, lê belê piştî peywendiyeke wê dawiyê ya li gel xizmekî hevjîna xwe li ser Instagramê, ku endamê grûpeke dijberê Îranê ye, bi sîxûriyê hate tometbarkirin.
Amnesty dibêje: “Piştî girtina wî li Urmiyê, Erselan Xodkam çend rojan tên îşkencekirin, lê belê piştî îşkenceya wî ya derûnî piştî girtina hevjîna wî di 28ê Aprîla 2018 bo dema du rojan û gefa azardana wê û kurê wan, wan belegeyan îmze dike ku têde îtîraf li ser tawanbarbûna xwe dike.”
Li gor raporta çavdêrê Netewên Yekgirtî yê bo şopandina rewşa mafên mirovan li Îranê, ya di Tîrmeha 2019 de, pêkhateyên etnîkî yên kêmîne yên weke Kurd û Azerî bi awayekî neguncaw tên girtin û cezayên gelek giran li ser wan tên sepandin.
Li Îranê bi dehan hezar girtiyên siyasî hene ku ji ber piştgiriya ji demokrasiyê, berevanîkirin û pêşxistina mafên jinan, berevaniya ji mafên karkeran û etnîk û kêmîneyên netewî û olî hatine girtin û cezakirin.