Salih Gedo: Piştî 6 salan bawerî di navbera aliyên nakok de çêdibe

04-08-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Gera duyem a Danûstandinên Kurdî-Kurdî destpê kiriye
Gera duyem a Danûstandinên Kurdî-Kurdî destpê kiriye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS PYNK
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Piştî ku ENKSê û PYNK di warê siyasî de li hev kirin û gera duyem a danûstandinan di navbera wan de destpê kiriye. Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat li Sûriyê Salih Gedo jî dibêje piştî 6 salan, niha hêdî hêdî bawerî di navbera aliyên nakok de çêdibe.

Qonaxa duyem a danûstandinên di navbera  Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de destpê kir.

Piştî ku di qonaxa yekem de, tevaya aliyan li ser çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254 hevra bûn, niha çawaniya rêvebirina deverê li ser asta navxweyî dê bê gotûbêjkirin.

Derbarl danûstandinan de Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat li Sûriyê Salih Gedo ku di heman demê de endamê şanda PYNKê ye dibêje: “Piştî şeş-heft salan ji nakokiyan, ev care yekemîn e ku civat dinav herdûşandan de çêdibin. Em hêdî hêdî pira baweriyê çêdikin daku em karibin gotûbêjan bikin û bigehêjin hinek encaman”

Ji bo derbasbûna nava pêvajoyeke din li Rojavayê Kurdistanê pêwistî bi encamdan guhertinê di rêveberiya niha de heye weke leşkeriya neçar û bernameyên xwendinê du xalên sereke ne ku vê carê, ENKSê li ber radiweste.

Endamê şanda ENKSê Feysel Yûsif jî dibêje: “Em li ser bingehên rêkeftina Duhokê ya 2014 dimeşin. Em dixwazin desteyeke serokatiya rêvebiriyê hebe.”

Avakirina Beriya Aştiyê berî çend rojan li bajarê Qamişlo ku ji dijberê rêveberiyaniha pêktê û rêkeftina 25 salî ya petrolê di navbera Kurdan û Waşingotnê de, dibe ku du derencamên nerasterast ên van danûstandinan bin heya wê dema ku encamên dawiyê bin yekalîkirin.

Ti rêkeftin nehatine îmzekirin, lê keşûhewaya aram a ku niha heye, li kesî nayê veşartin û tê texmînkirin rêkeftineke demdirêj ji paşeroja Kurdan re li navçeyê bê encam dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst